Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

Ahmet Turk li Dîlokê bang kir: Em ê pêşerojê bi gelan re ava bikin

Ahmet Turk ku li Dîlokê xîtabî bi hezaran kesî kir û diyar kir ku zilma ku li hemberî gelê Kurd tê kirin, wê di 14’ê Gulanê de bi dawî bibe.

Partiya Çepên Kesk, bi dirûşmeya “Em li vir in, em ê bi hev re biguherînin” li Dîlokê mîtîng li dar xist. Mîtîng li navçeya Şehîtkamîlê li qada Newrozê hat lidarxistin. Bi hezaran kes tevlî mîtîngê bûn. Siyasetmedar Ahmet Turk, Cîgira Hevserokatiya Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Gulşen Sîncar, Hevserokê Giştî yê SYKP’ê Cavît Ûgûr, Endamê Desteya Giştî ya Partiya Kewê (EMEP) Levent Tuzel, rêveberên DBP, HDP, Partiya Çepên Kesk, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek nûnerên rêxistinên civaka sîvîl tevlî mîtîngê bûn.

Bi hezaran kes bi alayên Partiya Çepên Kesk û bi temeziyên kesk û sor û zer hatin qadê. Girseyê tim dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Li ber stranên Kurdî govend hat gerandin.

‘PIR HINDIK MA, FAŞÎZÎM WÊ TÊK BIÇE’

Bername bi hatina ser dikê ya namzetên parlementeriyê yên Partiya Çepên Kesk dest pê kir. Namzet bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk a Dîlokê Avnî Bînîcî girseyê silav kir.

Paşê namzetê parlementeriyê yê Dîlokê Mîrat Sarisaç axivî. Sarisaç got: “Pir hindik ma. Hefteyek ma. Ne ji hilbijartinê re, ji têkşikîna faşîzmê re hindik ma. Pir hindik ma ji têkçûna kesên ku dijminatiya Kurdan dikin.”

Hevserokê Giştî yê SYKP’ê Cavît Ûgûr jî got: “Em ê çarenûsa Tirkiyeyê biguherînin. Em ê jiyana nû ava bikin.”

Endamê Desteya Rêveber a EMEP’ê Levent Tuzel jî got: “Em aştî û çareseriyê dixwazin. Gelê kurd bi salan e ji bo vê têdikoşe. Wê rê û çareseriyên nû çêbibin. Divê çêbibin. Divê li meclisê ji bo vê gav bên avêtin. Rêya vê têkoşîna we ya li kuçe û kolanan e.”

‘EV HILBIJARTIN WÊ BIBE HILBIJARTINA TIFAQ Û YEKÎTIYA GELAN’

Cîgira Hevserokatiya Giştî ya DBP’ê Gulşen Sîncanê jî got: “Em dîrokê dinivîsin. Her kes dizane bê bi salan e li vê erdnîgariyê çi hatiye sere me. Lewma ev hilbijartin ji bo me pir girîng e. Ev hilbijartin, wê bibe hilbijartina tifaq û yekîtiya gelan.”

‘EM Ê PÊŞEROJÊ BI GELAN RE AVA BIKIN’

Siyasetmedar Ahmet Turk jî destnîşan kir ku ew di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin û got: “Ev siyaseta ku 40 sal in li hemberî gelê Kurd tê kirin, wê di 14’ê Gulanê de bi dawî bibe. Wê gavê wê aştî û aramî bê. Em hêvî dikin ku wê 14’ê Gulanê ji bo hemû gelan bibe destpêkeke nû.”

Piştî axaftina Turk, qeyda denge Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê bere Selahattîn Demîrtaş hat guhdarkirin.

Mîtîng bi stranên Koma Sorjiyan bi dawî bû.